|
||||||
|
BEROJ/23.03.2008 - Niviskar û helbestkarê kurd ê êzîdî Çerkezê Reş ku li Di vê navberê de pîrtûka xwe ya helbestan “Şereşa Peyvan” nivisand. 3 parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de nivîsandin ji bo zimanê ermenkî wergerandin. Dîsa pirtûka Federasyona Êzîdiyan a Ewropayê ya bi navê 'Êzîdîtî' jî li zimanê ermenkî wergerand û her wiha di rojnameyên kurdên Ermenistanê 'Mezopotamya' û' Micaget' de 10 salan redaktorî kir. Di van rojnameyan û gelek rojnameyên din ên kurdî de bi dehan gotar û nivîsên wî hatine weşandin. Wî kurdên êzîdî û misilman nêzî hev kirin Di 1980’an de ji ber ku doza mafên gelê kurd dikir ji sirgûnê Rûsyayê hate kirin. Di dema xebatên ji bo Kurdistana Sor de ew bi zimanzan Ezîzê Çewo re ji bo xebatên Wezareta Çandê hate peywirdarkirin. Piştî Kurdistana Sor faşil bû ji bo doza mafên gelê kurd ê li Kafkasyayê têkoşiya. Xebata wî bi giranî li ser nêzikkirina kurdên misilman û êzîdî dewam kir. Bi taybetî xwest berpirsyarên qetlîama li ser kurdên nemisilman hatiye meşandin derxe holê. Nûnerê kurdên Kafkaskayê yê KNK'ê bû û demekê serokatiya meclisa kurdan a xwecihî jî kir. Çerkezê Reş ku beriya rojekê jiyana xwe ji dest da îro dê bi merasîmekê li gundê Zwartnovs ê ku lê ji dayîk bûye bê bibîranîn. Cenazeyê wî jî li heman gundî tê definkirin. Azadiyawelat.com
|
||||||
| Yorumlar | Daralt | |
| ||
| Diğer haberler | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||